Li Kongoyê leşkerekî ‘serxweş’ herî kêm 12 kes qetil kir

Leşkerekê ku tê îdia kirin “serxweş”e li parêzgeha Sud-Kîvu ya Komara Kongo ya Demokratîk, zarokek 2 salî jî di nav de 12 kes qetil kir. Gelê herêmê artêş protesto kir.

Çavkaniyên tendirustiya herêmî dan diyarkirin ku leşkerekî “serxweş” ê girêdayî tabûra 122’emîn a Sangeyê, di şeva 30-31’ê Tîrmehê de 12 kes qetil kiriye. Hate diyarkirin ku 9 kes birîndar bûne û rewşa yekê jî giran e. Hate diyarkirin ku di nava kesên hatîn qetilkirin de zarokek keç a 2 salî jî heye.
Dadgerê agahî dayî AFP’ê diyar kir ku leşkerê “serxweş” li taxa Rutanga yê gule berda herî kêm 20 kesên hatîn pêşberî wî.

Berdevkê herêma Uvîra ya ku bûyer lê çêbûyî Dîeudonnê Kasereka got, “Kiryarê vê bûyerê hîn bi çekê ve direve. Li gorî bîlançoya di destê me de 13 kes mirine.”

Berdevk diyar kir ku artêş û heyetek ji NY’ê, ji bo gelê ku çalakiyên protestoyî dikin bêdeng bikin li qadê ne.

Gelê bi hêrs ji sibeha Înê ve rêya netewî ya li herêmê re derbas dibe girtin, parçeyên daran û tekel şewitandin.