Li Kongoyê êrîşa çekdar: Zêdeyî 80 kes mirin
Mîsyona Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (MONUSCO) ragihand ku di êrîşa koma çekdarî CODECO ya li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk de, zêdeyî 80 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Mîsyona Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (MONUSCO) ragihand ku di êrîşa koma çekdarî CODECO ya li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk de, zêdeyî 80 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîş nîvê şevê li dijî gundên li herêma Djugu ya li eyaleta Iturî pêk hat.
Piştî êrîşê, rayedarên herêmî daxuyanî dan û eşkere kirin ku herî km 51 kes mirin. Lê belê MONUSCO roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku zêdeyî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku ew li dijî êrîşê bi lez ketine nava liv û tevgerê, lê belê ji ber ku ji çekên gulebaranê zêdetir amûrên birek hatin bikaranîn, mudaxile hinekî dereng ma.
GULE LI MALAN HATE BARANDIN
MONUSCO daxuyanî da û ragihand ku dema leşkerên hêza aştiyê mudaxileyî êrîşê kirin, milîtanan gelek sivîl kuştin, gule li malên li gundan barandin û di nava gel de panîk çêkirin. Hat diyarkirin ku ji bo ewlehiya herêmê, dewriye hatine zêdekirin.