Li Kongoyê 2700 kes di 7 mehan de ji ber nexweşiya sorikê mirin

Li gorî rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), li Komara Kongo ya Demokratîk ji meha Çileyê heta Tebaxê di nava heft mehan de zêdeyî 2700 kes ji ber nexweşiya sorikê mirin.

MSF'ê bi rêya twitterê daxuyaniyek weşand û ragihand, li Komara Kongo ya Demokratîk şewba sorikê ya ku rû daye ji dema navbera salên 2011-2012'an û vir ve ya herî kujere.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji meha Çileyê heta meha Tebaxa 2019'an zêdeyî 145 hezar kes bi nexweşiya sorikê ketin û 2758 kes ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan."

MSF'ê diyar kir, tevî vê asta metirsîdar a şewba sorikê jî aktorên sereke û yên alîkariyê dikin bi xemsarî tevdigerin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji 8.9 milyon dolar ê ku pêwîstî pê heye ku li dijî nexweşiya sorikê hewldan bê kirin tenê 2.6 milyon dolar hatine komkirin.

MSF'ê ragihand, Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê li 13 bajaran li dijî şewba sorikê têdikoşe.

Hejmara mirovên ji ber nexweşiya sorikê mirin ji qurbaniyên şewba Ebolayê derbas kiriye.