Li Kolombiyayê sê rojan carekê parêzvanekî mafê mirovan tê kuştin

Li Kolombiyayê li aliyekî danûstandinên aştiyê bi tevgera gerîla re tê kirin, li aliyê din jî êrîş li parêzvanên mafên mirovan tên kirin. Salên dawî 311 parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin.

Parêzvanên Gel ku saziyeke Kolombiyayî ye, diyar kir ku her sê rojan carekê parêzvanekî mafên mirovan tê kuştin. Li gorî saziyê, ji 1'ê Çileya 2016'an heta 30'ê Hezîrana 2018'an, 311 welatiyên ku ji bo mafên mirovan û projeyên civakî dixebitîn hatine kuştin.

Li Kolombiyayê ji aliyekî ve hewldaên ji bo qedandina şerê çekdarî didomin, li aliyê din jî mafya û çete hewl didin sûdê ji valahiya derketiye holê werbigirin.

Piştî ku bi mezintirîn tevgera gerîla ya Kolombiyayê FARC'ê re berî du salan peymana aştiyê hate îmzekirin, li Kubayê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî ELN re danûstandinan dest pê kirin. ELN tevgera dawî ya gerîla ya herî aktîf a li Kolombiyayê ye.

Serokkomarê heyî Jûan Manûel Santos diyar kir ji sala 2016'an heta Adara 2018'an, 160 rayedarên herêmî yên mafên mirovan diparêzin li herêmên ku mafya narkotîkê lê ne ji aliyê komên cuda ve hatin kuşti.

Saziya Parêzvanên Gel got, "Divê êdî ti ji lîderên civakî li Kolombiyayê neyê ukştin. Ji ber ku pêwîstiya me bi aştî û aramiyê heye."