Li Kolombiyayê protestoyên li dijî hikumetê didome

Li Kolombiyayê li dijî hikumeta Ivan Dûqûe ya rastgir greva giştî ya 4’emîn hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî grevê bûn.

Li Kolombiyayê xwendekar, gelên xwecihî û mamoste jî di nav de bi hezaran kes ji bo protestokirina hikumeta Ivan Dûqûe ya rastgir daketin qadan.

Sendîka li dijî desthilatdariya Dûqûe ya ku ji sala 2018’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, greva çaremîn li dar xistin. Ji roja ku hate hilbijartin û heta niha populeriya Dûqûe ji sedî 38 kêm bû.

Piştî peymana aştiyê ya ku di sala 2016’an de bi FARC’ê re hate kirin, li hin herêman şîddeta li ser gelên xwecihî zêde bûbû.

Jineke karker a 35 salî ji AFP’ê re axivî û got, “Ligel ku em naxwazin jî em di nav şerekî de ne. Ez dayik û jinek im û vî şerî qebûl nakim.”

Nêzî 7 hezar kesên ji gelê xwecihî tevlî protestoyê bûn. Roja Yekşemê gelê xwecihî ji Caûcayê hat û nerazîbûn nîşan dan ku şer û bazirganiya tiryakê bandorê li ser wan dike.

Gelê xwecihî yê wê derê ji 10’ê Cotmehê ve dixwaze bi Ivan Dûqûe re rûnê lê daxwaza gel hate redkirin.

Li Kolombiyayê protestoyên li dijî hikumetê di Mijdara 2019’an de dest pê kiribû lê ji ber betlaneya serê salê û şewba koronayê hatibû sekinandin.