Li Kolombiyayê bi hezaran kes li dijî cînayetan meşiyan

Li Kolombiya, li gelek bajaran bi hezara kes ji bo gelek lîderên civakî yên ku hatin kuştin meşiyan

Lİ Kolombiyayê 2016’an piştî peyma aştiyê ya bi gerîlayên FARC’ê re bi dehan nûnerên civaka sivîl û lîderên civakî hatin kuştin.

Paytext Bagota jî di nav de li gelek bajaran bi banga saziya ‘Parêzvanên Gel’ derketin kolanan. Li Bagota li  çalakiyê çalakvanan bi dirûşman got ‘Kolombiya Şînigir e’’

Li tevahiya welêt ji 1’ê Çile ya 2016’an ve heta bi 30’ê Hezîrana 2018’an 311 kesên ku jiyana xwe dabûne projeyên sosyal û parêzvaniya mafê mirovan dikirin hatin kuştin.

Bi hezaran kesên ku li meydana Bolîvarê hatin cem pankart vekirin û wêneyên kuştiyan rakirin. Çalakvanan gelek caran gotin, ’Bêdengî sersarî ye’.

Kolombiyayî li Manîzales, Papoyan, Barranguqîlla, Carthagen û Medelîn, li Calî û Neîva jî meşiyan. Li her deverê deqeyekê rêz girtin. Çalakvanan bang li hikûmetê kirin ku tundî were rawestandin.

Serdozgeriyê got ji bo lîderên civakî werin parastin tevdîr jidnadine, kuştin bêhtir li Cauca û Antîquîayê çêdibin.

Neteweyên Yekbûyî Pêrşemê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Kolombiya kir ku ewlehiya aktîvîstan bistîne.

Li Kolombiyayê ev 40 sal in şerek heye. Li hêlekê gerîla, li hêlekê hêzên dewletê û li hêla dî hêzên paramîlîter, bazirganiyên tiryakê hene. Di vî şerî de 8 milyon kes hatin kuştin, an jî revandin û bêcihûwar kirin.