Li Kolombiyayê 8 kesên ku gerîllayan ew girtibûn,serbest  hatin berdan

Hat ragihandin ku li Kolombiyayê 8 kes hatin berdan ên ku ji aliyê gerîllayên Artêşa Rizgariyê ya Neteweyî (ELN) hatibûn girtin.

Li gorî daxuyaniya Serokê Dewletê Jûan Manûel Santos, du roj berê 8 kes hatin berdan ên ku berê li eyaleta Chocoyê ji aliyê gerîllayên ELN’ê hatibûn girtin. Santos îddîa kir ku ELN ji ber ‘pêkutiya yekîneyên artêşê’ hêsir berdaye.

Ji meha Sermawezê û vir ve pêvajoya pêkanîna aştiya bi FARC’ê re ya ku hêza herî mezin a gerîllayan e û hevdîtinên di navbera ELN û hikumetê jî didome. Hevdîtinên bi ELN’ê re di meha Sibatê de li Ekvadorê hatibû destpêkirin.

Di navbera hêzên dewletê yên Kolombiyayê û FARC û ELN’ê de ji sala 1964’an û virve nêzî 260 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û 60 hezar jî bi navê ‘windayî’ kete qeydan. Di şerê navxweyî de yê bi pêkutiya li ser têkoşîna axê ya gundiyan hatibû destpêkirin,  7 milyon sivîl ji cih û warên xwe koçber bûn.