Li Kolombiya pêvajoya bêçekbûna koma pêşî ya gerîla temam bû

Li Kolombiya piştî peymana aştiyê ya di navbera gerîlayên FARC’ê û hikûmetê de pêvajoya bêçekbûna koma pêşî ya gerîla ku wê derbasî jiyana sivîl bibin temam bû.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate gotin, piştî peymana aştiyê ya di meha Mijdarê de xebatên bêçekbûna kma pêşî pêk hatiye.

DESTPÊKA VEGERA LI JIYANA SIVÎL

Di daxuyaniyê de hate gotin pêvajoya bêçekbûna 12 gerîlayên endamên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) temam bûye û ji hêla Komîseriya Bilind a NY’ê ve akredîtasyoneke ku vê piştre dike hatiye standin.

Di daxuyaniyê de ku li ser ser navê mîsyona çavdêr a pêvajoya aştiyê ya NY’ê ve hatiye dayin, hate gotin ,’’Ev destpêka wê pêvajoya ya gerîlayên FARC’ê ye ku piştî çekê xwe danîn dest bi jiyana sivîl kirin.’’
Piştî peyama aştiyê ya meha Mijdarê careke dî hate nûjenkirin, dawî li şerê navxweyî hatibû ku ji 1964’an ve dom dikir. Li gorî peymanê 7 hezar gerîlayên FARC’ê li 26 qadên cuda yên welêt wê bicivin.

DERENGHATINE GERÎLAYAN A LI QADÊ PÊVAJOYA DIRÊJ KIR

Li gorî peymanê, di nav çarçoweya projeya destpêkirina jiyana siyasî, gerîlayên FARC’ê, heta 1’ê Gulanê diviya çekên xwe bidana rayedarên NY’yê. Lê ji ber ku gerîla bi derengî gihaştin qadên ku lê bicivin, pêvajo dirêj kir.
Hate gotin di dirêjbûna pêvajoyê de li gel arîşeyên lojîstik her wiha hin astên hiqûqî jî hebûn.
Serokê Dewleta Kolombiya Juan Manuel Santos ku bi îmzekirina peyama aştiyê ya bi FARC’ê re layiqî  Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2016’an hate dîtin, diyar kir ku pêvajoya bêçekbûnê wê heta dawiya vê mehê temam bibe.
Santos Duşemê jî daxuyanî dabû, gotibû divê çekên ku li hin qadan hatine veşartin jî divê werin tinekirin û ji bo vê jî dibe ku pêvajoya bêçekbûnê dirêjtir bibe.