Li Kerbelayê di bîranîna Aşûreyê de bi kêmanî 31 kes mirin- NÛ BÛ

Li bajarê Kerbela yê pîroz ê Şiiyan a Iraqê di bîranîna roja Aşûreyê de  ji ber qelebalixiya mirovan, bi kêmanî 31kes mirin.

Her sal li derverên cuda yên dinê ji bo roja Aşûre ya bîranîna neviyê  pêximberê Îslamê Hz. Muhammed Huseyîn, serdana Kerbelayê dikin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristî ya Iraqê ve hate kirin, ji ber qelebalixiya zêde ya mirovan a li Kerbelayê ku dikeve başûrê Bexdayê bi kêmanî  ke31s mirin û sed kes birîndar bûn. Wezaretê fikarên ku hejmara miriyan zêde bibe parvekir.