Li Katalonyayê tevî zordariyê jî alîgirên serxwebûnê bi ser ketin

Di hilbijartina herêmî de ku Spanyayê bi zorê li ser Katalonyayê ferz kir, gel ji nû ve partiyên alîgirê serxwebûnê hilbijart.

Rêjeya tevlîbûnê ya li hilbijartinê 82 ji sedî bû. Li gorî encamên ne fermî, partiyên alîgirê serxwebûnê 47 ji sedî yê dengan standin. Li Parlamenta Herêmî ya Katalonyayê ku ji 135 kursiyan pêk tê, Junts per Catalûnya, ERC-Cat û CUP ku alîgirê serxwebûnê ne 70 kursî bi dest xistin. Tevî ku alîgirên serxwebûnê li gorî sala 2015'an 2 kursî kêm kiribin jî, piraniya endametiya parlamentê bi dest xistin.

Ji ber ku alîgirên serxwebûnê bi du lîsteyên mezin ên cuda tevlî hilbijartinê bûn, dengê wan parçe bû.

Ji partiyên alîgirê mayina bi Spanyayê re Lîberal Cîûdadanos (Cs) bi rêjeya 25,4 ji sedî bû partiya yekemîn û bi giştî 37 kursî bi dest xist.

Tifaqa Junts per Catalûnay ku Partiya Demokratên Ewropayê yên Katalonyayê (PDeCAT) ku Serokê Herêma Katalonyayê yê berî darbeya hikumeta Madrîsê Carles Pûîgdemont jî endamê wê ye û hin siyasetmedarên serbixwe di nav de cih digire, 21,7 ji sedî yê dengan stand û 34 kursî bi dest xist.

Tifaqa ERC-Cact-Sî ku partiya çep a bi navê Partiya Komarger a Katalonyayê (ERC) a alîgirê serxwebûnê di nav de ye, 21 ji sedî yê dengan bi dest xist û bû xwedî 32 kursiyan.

KÊMBÛNA DENGÊ CUP'Ê BANDOR LI LÎSTEYÊN DIN JÎ KIR

PSC a ser bi Partiya Sosyalîst a Spanyayê bi rêjeya 13,9 a dengan 17 kursî, tifaqa partiyên ekolojîst CatComû-Podem a ser bi partiya çep a radîkal Podemosê bi rêjeya 7,45 ji sedî ya dengan 8 kursî bi dest xistin. CatComû-Podem her çend yekser serxwebûnê naparêze jî, Şaredara Barcelonayê Ada Colaû ya ku destek da referandûma 1'ê Cotmehê li destpêka lîsteya xwe bi cih kir û bi vî rengî tevlî hilbijartinê bû.

Lê belê rêxistinbûna bi navê Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP) a çepa radîkal ku alîgirê serxwebûnê ye bi rêjeya 4,45'an deng kêm kir. CUP ku sala 2015'an bi rêjeya 8,2 a dengan 10 kursî bi dest xist, vê carê tenê 4 kursî wergirt.

HERÎ ZÊDE RAJOY TÊK ÇÛ

Di hilbijartina Katalonyayê de ya ku herî zêde derb xwar û têk çû Partiya Gel (PP) a Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy e, ku bi rêya polîsan dest danî ser hemû saziyên Katalonyhayê. PP bi rêjeya 4,24'an tenê 3 kursî bi dest xist. Partiya Rajoh di hilbijartina herî dawî de bi rêjeya 8,5'an 11 kursî wergirtibû.

Li gorî vê encamê, tifaqên alîgirê serxwebûnê 70 kursî bi dest xistin û rêjeya xwe ya 48 ji sedî ya sala 2015'an parastin.