Li Kanadayê zêdeyî 30 kes ji ber germê mirin

Li eyaleta Qûebec a Kanadayê ku şêniyên wê bi Fransî diaxivin, bi dehan kes ji ber germê mirin.

Li eyaleta Qûebecê ku li ser peravên Atlantîk e, ji ber germa ku 35 pile derbas kiriye, 33 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Saziya Tenduristiyê ya Herêmî ku li navenda paytexta eyaletê Montrealê ye, piraniya kesên ji ber germê mirin, li paytext Montrealê bûn. Tê gotin ku li Montrealê herî kêm 18 kes mirine û yên din jî li qadên din ên bejahî mirine.

Germa ku zêdeyî hefteyeke dewam dike, tevî ku 35 pile ye, ji ber nêmê digihêje 45 pileyî.

Hate ragihandin, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane extiyar in û bi tena serê xwe diman.

Li Montrealê, herî dawî sala 2010'an ji ber germê zêdeyî 100 kes miribûn.