Li Kabûlê ji ber êrîşekê 15 kes mirin

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, êrîşek li otelekê hate kirin. Ji ber êrîşê 15 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, çar kesên çekdar êrîş birin ser otelekê. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Du ji êrîşkaran hatin kuştin. Medya Afganîstanê ragihand ku yek ji êrîşkaran êrîşkarê xwekuj e û êrîşkaran bi bombeyên destan û çekên otomatîk êrîş kirine.

Li heman otelê 28'ê Hezîrana 2011'an êrîş hatibû kirin û Talîbanê ev êrîş li xwe girtibû. Di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 9 êrîşkar jî hatibûn kuştin.