Li Kabûlê êriş: Herî kêm 4 kes mirin

Li paytexta Efganistan Kabûlê, li mizgeftekê êrişeke bombeyî hate kirin. Di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Tarik Arîan got, "Li gorî agahiyên destpêkê, teqemeniyên li hundirê mizgeftê hatibûn bicihkirin di dema nimêja Înê de hatin teqandin."

Berdevk diyar kir ku di encama teqînê de mele û sê kes mirine. Wezareta Tenduristiyê jî bîlanço piştrast kir. Hate ragihandin ku êriş li mizgefta Şîr Şah-e Sûrî hatiye kirin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedane ser milê xwe.

Roja 2'ê Hezîranê li mizgefteke bi navê Vezîr Ahbar Han a li Kabûlê di dema nimêja êvarê de êriş hatibû kirin û 2 kes miribûn.