Li Kabîlê li nêzî mizgeftekê teqîn çêbû: 4 kes mirin

Li paytexta Efganîstan Kabîlê li nêzî mizgeftek a ku rayedarên paye bilind ên Talîbanê diçinê teqînek çêbû, herî kêm çar kes mir in.

Wezareta Karên Hundir a hikûmeta Talîbanê ragihand ku ku îro danê nîvro piştî nimêja înê teqîneke mezin li Kabîlê çêbûye.

Rêxistina civaka sivîl a Îtalî Emergency ku li paytextê nexweşxaneyekê bi rêve dibe, diyar kir ku 14 kes anîne nexweşxaneyê û 4 ji van mirî bûn.

Li gorî Reutersê, di mizgefta Wezîr Akbar Khan a li Kabîlê de teqîneke mezin çêbû. Li gorî Reutersê, şahidên bûyerê da zanîn ku dema welatî ji mizgeftê derdiketin teqîna li derdora mizgeftê rû da.

Li gorî berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganîstanê di encama teqînê de 3 kes mirine û 28 kes jî birîndar bûne.