Li Japonyayê ji ber rabûna lehiyê zêdeyî 60 kes mirin

Li bakurê rojhilat ê Japonyayê ev çend roj in bê navber baran dibare. Ji ber baranê lehî rabû û tê gotin ku herî kêm 60 kes ji ber lehiyê mirine.

Li herêmên Hîroşîma, Kyoto û Okayamayê, ji ber baranê konçalên gelekî mezin vebûn, erd şemitî û lehî rabû. Rayedar bi rojane hewl didin welatiyan ji herêmê derxînin, lê hê jî gelek kes li herêmê asê mane.

Tê gotin, ji ber rabûna lehiyê û felaketa rû da, zêdeyî 60 kes mirine.

Daîreya Meteorlojiyê ya Japonyayê diyar kir ku ew li bendê ne li herêmên Ehîme û Koçî baran bişidîne û li Gîfû jî hişyariya ji bo rewşa lezgîn kir.

Ji bo 4,7 milyon kesên ku baran û lehî bandorê li wan dike, ferman hate dayin ku ji herêmê werin derxistin.