Li Japonyayê ji ber baranê gelek kes mirin
Li rojavayê Japonyayê çar roj in baran dibare. Ji ber hezaz û lehiyê herî kêm 7 kes mirin û 1,6 milyon kes jî hatin tehliyekirin.
Li rojavayê Japonyayê çar roj in baran dibare. Ji ber hezaz û lehiyê herî kêm 7 kes mirin û 1,6 milyon kes jî hatin tehliyekirin.
Baran vê Şemiyê jî domiya. Ji ber baranê li herêmên Hîroşîma, Okayama û Kyotoyê xisar çêbûn. Ji ber baranê operasyonên hewariyê jî bi dijwarî didome.
Rayedarên ji herêman diyar kirin ku herî kêm 7 kes mirin. Kanala televîzyonê ya NHK’ê jî got ku 21 kes mirine û 47 kes birîndar bûne.
Serokwezîr Shînzo Abe jî got ku rewşeke giran heye û banga rizgarkirina sivîlan kir.
Rayedaran ferman dan ku bila 1,614 kes ji herêmê werin derxistin.