Li Iraqê propagandaya hilbijartinê destpê kir, nerazîbûn jî zêde bûn

Starta propagandaya kampanyayên hilbijartinê ya ku wê meha Gulanê li Iraqê bê kirin hate destpêkirin. Li cihê wêneyên kesên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, wêneyên namzetahn hatin daliqandin.

Îraq 12’ê Gulanê ji bo hilbijartina giştî diçe ser sindogan. Piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind dema propagandayê bi awayeke fermî diyar kir û şûnde, bi lez wêne û afîşên namzetan hatin daliqandin.

Ji şerê 2014’ê û vir ve bi hezaran leşkerên Iraqê, polîs û milîsên Heşdî Şebî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de mirin. Wêneyên kesên di şer de miribûn li ser dîwar, panoyan hatibûn xemilandin.

Welatiyê bi navê Sattar Turkî ê ji AFP’ê re axivî wiha got: “Bi nîva şevê re li ser wêneyên şehîdan, wêneyên dizan hatine bicihkirin.” Gelek siyasetmedar û Iraqî weke ‘Diz’ tê pênasekirin.

Li ser tevnên civakî jî, nerazîbûnên tund ji bo namzetan hatine nîşandan. Di nav van de kesê bi navê Laîth El Şommarî, aniye ziman ku ev helwest û kiryar ji bo wan kesên ku canê xwe fedakirine heqareteke.

Li ser tevna civakî ya Facebookê jî, ji bo namzetên ku afîşên wan hatine daliqandin îfadeya ‘elçaq’ hatiye bikaranîn, banga şewitandina afîşan hate kirin.

Di hilbijartinê de 7 hezar kes ji bo 329 kursiyên li parlementoyê di pêşbaziyê de ne. Propagandaya hilbijartinê beriya hilbijartinê 24 saetan wê bi dawî bibe.