Li Iraqe pêşbirka Kurdan a Serkkomariya Iraqê

Parlamentoya Iraqê vê Duşemê ji bo Serokkomarê Iraqê hilbijêre wê bicive.

329 wekîlên ku Gulanê hatin hibijartin ji bo Serokkomarê nû wê dengê xwe bidin. Serokkomarî mîna rêz û rêçikekê bi dest Kurdan ve berdidin.

Li Iraqê ji wexta ku rejîma Sedam rûxiyayî cara pêşî hilbijartina pir partiyî 2005’an çêbû. Ji wê demê ve Serokkomarî tim bi dest namzetê YNK’ê ve ma. Bi çarçoweya vê peymanê Serokkomarê pêşî bû lîderê dîrokî yê YNK’ê Celal Talabanî.

Partiya rikber PDK jî Seroktiya Herêma Federal a Kurdistanê dikir. Lê Mesûd Barzanî ku dema wî ya peywirê bê hilbijartin hatî dirêjkirin, piştî referandûma Îlona 2017’an û piştî ku rêveberiya navendî ya Iraqê dest li ser herêmên statûya wan ne zelal danî, peywira Seroktiyê berda. Cihê wî hê jî vala maye.

Li herêmê ku şertên nû ava dibin, cara pêşî  PDK namzetê xwe Fuad Huseyîn ji bo meqamê serokkomariyê pêşniyar kir. Pênc namzetên dî jî, yek jê ne tê de, hemû Kurd in. Tê gotin, ê ne Kurd Erebekî Sinnî ye.

BERHEM SALIH Û FUAD HUSEYÎN LI BER HEV RABÛN

PDK û YNK ku li Başûrê Kurdistanê rikberên hev in, êdî li Bexdayê jî li ber hev radibin. Namzetên du partiyan jî ji bo desteka koma dî bide pişt xwe hevdîtinan dikin. Berham Salih beriya niha li Bexdayê bûbû alîkarê Serokwezîr û Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê jî kiribû. Ji bo vê jî li Bexdayê ji bo rêveberên dî qanih bike avantajên wî zehf in.

Namzetê PDK’ê Fuad Huseyîn ê 69 salî, berê midûrê qabîneya Mesûd Barzanî bû. Huseyîn ku muxalefeta dijî Sedam Huseyîn dike li Bexdayê xwedî giraniyekê ye. Huseyîn, li gel Berhem Salih di rêveberiya demdemî de cih girtibû, ya piştî ku DYA’yê Iraq dagir kiribû, hatibû avakirin. Her wha li gel ku piraniya Kurdên li herêmê Sinî ne jî, Şiîbûna Huseyîn dibe ku rêveberên Bexdayê destekê bidinê.

Li gorî destûra Iraqê divê Serokkomar beriya Çarşemê diyar bibe. Heke Duşemê ti namzet 2 ji 3’yan nede pişt xwe, roja dî wê dîsa rûniştinek çêbibe.