Li Iraqê êrîşa xwekujî: 7 mirî, 8 birîndar
Li navçeya Hît a ser bi wîlayeta Enbar a li rojavayê Iraqê, di êrîşeke xwekujî de ku li kafeyekê hate kirin, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn.
Li navçeya Hît a ser bi wîlayeta Enbar a li rojavayê Iraqê, di êrîşeke xwekujî de ku li kafeyekê hate kirin, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Iraqî ve hatin dayin, li navçeya Hîtê ya wîlayeta Enbarê, êrîşkarekî xwekuj kete nava kafeyeke ku bi giranî entellektûel û ciwan lê ne û bombeya li ser xwe teqand. Di encamê de 7 sivîl mirin, 8 jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê, li navçeyê ji bo demekê derketina derve hate qedexekirin.