Li Iraqê encamên hilbijartinê neguherîn

Encamên hilbijartina 12’ê Gulanê yên ku bi dest hatî kirin hate aşreker kirin. Hema hema qet tiştek neguherî.

Piştî ku gelek gazinên ku hîle hatine kirin Desteya Hilbijartina Bilind Hezîranê biryar li ser da ku dîsa deng werin hijmartin.

Li gorî hijmartina ku bi destan hatî kirin tifaqa Sarîûn a lîderê Şiî Mukteda Sadr û komunîstan, bi 54 kursiyan bû yekem.

Tekana guherîn têkildarî Tifaqa Fetîh e ku şervanên Heşdî Şebî yê nêzî Îranê di bin banê wê de civiyane. Tifaqa Fetîh di hilbijartina 12’ê Gulanê de 47 kursî bi dest xistibûn û di ya nû de ev bû 48. Her wiha dîsa bû tifaqa duyem.

Lîsteya Serokwezîr Haydar Ebadî 42 kursî stand, lîsteya Iyad Allavî ku gelek Sinî jî pê re ne 21 kursî stand. Lîsteya Ammar EL Hakîm Hîkma 19 kursî stand.

Li Herêma Kurdistanê jî PDK 25, YNK 17, Goran 5, Tevgera Nifşê Nû 4 kursî stand.

Li gorî van encaman ti lîste bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Ji bo 329 wekîlî pêdivî bi tifaqê heye.

Piştî ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind encamên dawî ragihand, divê Serokkomar di nav 15 rojan de divê bang li parlamentoyê bike ku bicive, da ku serokkomar hilbijêre. Serokkomar jî di nav koalisyona piranî de wê Serokwezîr hilbijêre.