Li Iraqê dîsa êrîş: Hejmara kuştiyan gihişte 450’an

Di xwepêşandanên ji serê meha Cotmehê ya li Iraqê destpê kir û vir de li gel êrîşên duh bi kêmanî 450 kes mirin.

Piştî bûyerên ji serê meha Cotemhê û vir li Iraqê li dijî dizî, gendelî û rêveberiya xirab destpê kir û vir û şûnde rojên dawî rawestiya bû. Lê duh li paytext Bexdayê di encama êrîşa komên bi çek ya li ser xwepêşandanan bi kêmanî 12 kes mirin. Hate ragihandin ku di bûyerê de bi denan kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku êrîş li nêzî parkeke ya wesayîtan ku li nêzî Qada Tehrîrê ji aliye hinek kesên ku bi motorsiklêtan xwestin xwepêşanderan birevînin kirine. Li nava agahiyên hatin parvekirin de piraniya kesên hatine kuştin xwepêşander in. Ji bo astengkirina êrîa ku tê îdîakirin ku girêdayî Îranê ne, ji bo xwepêşandana duh gelek mirovên olî yên Şîî jî cih girtibûn.

Li gel kutina kesên duh di xwepêşandanên ji serê meha Cotmehê û vir ve hatiye despêkirin de heta niha bi kêmanî 450 kes mirine. Heta niha tê texmînkirin ku bi hezaran kes birîndar bûn.