Li Iraqê di şevekê de 21 kes mirin

Li Iraqê di şerê şevê dî 21 kes mirin.

Şevê dî li Bexdayê şer derket, li gorî hin jêderên serbixwe 21 kes hatin kuştin.

Wezareta Karê Navxwe yê Iraqê got di bûyerên şevê dî de 4 kes mirine û 80 kes birîndar bûne, li ser reşandina li otoparkê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Bexdayê piştî ku li xwepêşandanên li otoparkê hate reşandin li Kerbelayê xwepêşandanan dîsa dest pê kir. Hate gotin hêzên ewlehiyê li Kerbalayê li xwepêşandêran reşandiye û 30 xwepêşandêr birîndar bûne.

Şevê dî di bûyerên Kerbale û Bexdayê de 21 kes hatin kuştin û 143 kes birîndar bûn.