Li Iraqê biryara girtina Trûmp hate dayin

Dadgeheke Iraqê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî de fermana girtina Serokê DYE'yê Donald Trûmp da.

Generalê Îranî Qasim Silêmanî di 3'ê Çileya 2020'î de li paytexta Iraq Bexdayê bi balafireke bêmirov a DYE'yê hatibû kuştin. Di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de dadgeheke li Iraqê fermana girtina Serokê DYE'yê Donald Trûmp da ku dema wî ya wezîfeyê 20'ê Çileyê diqede.

Trûmp çend roj piştî kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyek dabû û bi gotina "2 kes bi buhayekî" ji holê hate rakirin, kêfxweşiya xwe anîbû ziman.

Dadgeha lêpirsînê ya Rûsafayê li gorî xala 406'an a Qanûna Ceza ya Iraqê, biryara girtina Serokê heyî yê DYE'yê Donald Trûmp da.

Li gorî vê madeyê, cezayê mirinê li kiryarên kuştinên bi zanebûn tê ferzkirin. Dadgehê ragihand ku lêpirsîna pêşî temam bûye, lê belê ji bo eşkerekirina kiryarên Iraqî yan jî biyanî yên vî sûcî, lêpirsîn dewam dike.