Li Iraqê bahoza ji tozê careke din rabû, seferên balafiran betal bûn

Li Iraqê bahoza ji tozê careke din rabû. Balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê li seferên balafiran hate girtin.

Li Iraqê mehên dawî tim û tim bahoza ji tozê radibe. Ji nava meha Nîsanê û vir ve çend hefte ne 10 car in bahoza ji tozê radibe.

Sibeha Duşemê li Bexda û dora wê careke din bahoz rabû. Ji ber vê yekê jî seferên balafiran li balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê ji bo demekê hatin rawestandin.

Li Necefê jî ku bajarê pîroz ê Şîa ye, balafirgeh ji ber nebaşbûna şert û mercên hewayî çend saetan hate girtin.

Balafirgeh van hefteyên dawî gelek caran li seferên balafiran hatin girtin.

Meha Gulanê ji ber bahoza ji tozê kesekî jiyana xwe ji dest da.