Li Iraqê Adil Abdulmehdî ji bo avakirina hikumetê hate erkdarkirin
Berhem Salih ku şevê din di Parlamentoya Iraqê de ji bo Serokkomariyê hate hilbijartin peywîra avakirina hikumetê da Adil Abdûlmehdî.
Berhem Salih ku şevê din di Parlamentoya Iraqê de ji bo Serokkomariyê hate hilbijartin peywîra avakirina hikumetê da Adil Abdûlmehdî.
Li gorî yasaya Iraqê eger ku nava 30 rojan de hikûmet neyê avakirin, Serokkomar ji bo avakirina hikumetê wê kesek din peywirdar bike. Kesê duyem jî divê di nava 15 rojan de hikûmetê ava bike.
Adil Abdulmehdî kesayetek siyasî û serbixwe yê dinava Şîeyan de ye. Di sala 1942’an de ji dayîk bûye. Hêjî di temenê xwe yê ciwaniyê de tevlî siyasetê bûye. Berê endamê Rêveberiya Encûmena Bilind ya Şoreşa îslamî ya Iraqê bû. Adil di navbera salên 2006-2010’an de alîkarê serokkomar bû û sala 2014’an de jî erka Wezareta Petrolê girtibû. Abdulmehdî sala 2016’an îstifa kir û wê niha jî erka pêkanîna hikumetê bimeşîne.
Li Iraqê piştî hilweşandina rejîma Saddam cara destpêkê ye ku ji derveyî Partiya Dava siyasetmedarek ji bo avakirina hikumetê tê erkdarkirin.
DOSTÊ MAM CELAL Ê NÊZ
Abdulmehdî ku ji bo Serokwezîrtiya Iraqê hatî peywirdarkirin, navekî wiha ye ku koalîsyona Reform û Avakirinê ya ku hêzên Iraqî pêk anîn, lîderê Şiî Elî Sîstanî, partiyên Sinnî û Kurd jî destekê didinê.
Abdulmehdî demekê alîkarê serokkomar bû, bi têkiliyên xurt ên di nava Kurd û Sineyan de tê naskirin û dostê nêz yê Mam Celal Talabanî ye.
SALA 207’AN LI BEXDAYÊ ÊRÎŞEKE SEKVANÎ LÊ HATE KIRIN
Sala 2007’an li Bexdayê li dijî Adil Abdulmehdî êrîşeke bombebarkirî pêk hat. Di êrîşê de 10 kes mirin ku ji wan parêzvanên Abdulmehdî jî di nav de hebûn.
KUVEYT MENÛN E!
Li aliyê din têkildarî erkdardkirina Abdulmehdî ya ji bo serokwezîrtiyê ji welatên derdor Kuveytê daxuyanî hate dayin. Rêveberiya Kuveytê Abdulmehdiyê pîroz kir.
DYA’yê jî peyama pîrozbahiyê şand ji bo Dr. Berhem Salih ku weke serokkomar hatibu hilbijartin û Abdulmehdî yê ji bo serokwezirtiyê hatî erkdarkirin.