Li Hindistanê ji ber hilweşîna avahiyê herî kêm 20 kes mirin

Li rojavayê Hindistanê, roja Duşemê avahiyek ji sê qatan hilweşiya. Hejmara kesên ku ji ber hilweşînê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 20 kesî. Tê gotin hîn jî mirov di binê xirbeyê avahiyê de ne.

Li bajarê Bhîwandî yê li nêzî Bombayê avahiyek ji sê qatan roja Duşemê hilweşiya. Tîmên Hêza Neteweyî ya li dijî Felaketan (NDRF) karên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

NDRF'ê ragihand ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 20 kesî û 2 jê zarok 20 kes jî bi saxî ji binê xirbe hatine derxfistin.

Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Tê gotin ku hîn jî mirov di binê xirbe de hene.

Sedema hilweşîna avahiyê hîn baş nayê zanîn. Lê belê di dema barana mûsonê de ku li Hindistanê di navbera mehên Hezîranê û Îlonê dibare, bûyerên bi vî rengî gelek caran rû didin.