Li Hîndîstanê di dema dawetekê de dîwar hilweşiya: 24 mirî
Li rojavayê Hîndîstanê, di dema dawetekê de dîwar hilweşiya. Di bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li rojavayê Hîndîstanê, di dema dawetekê de dîwar hilweşiya. Di bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya polîsan, dema dîwar hilweşiya, mêvan li holikek li ber dîwar bûn.
Hat ragihandin, 4 ji 24 kesên jiyana xwe ji dest dane zarok in. Her wiha 26 kes jî birîndar bûn, ku rewşa 16 ji wan giran e.
Şefê polîsan ê bajarokê Bharatpûr ê eyaleta Rajasthanê diyar kir, dîwar ji ber bahozê hilweşiya ye.