Li Hîndîstanê 5 kes ji ber vîrûsa Nîpahê mirin

Li Nîpahê herî kêm 5 kes ji ber vîrûsa Nîpahê mirin, nêzî 100 kes jî li nava karantînayê hatin bicihkirin.

Vîrûsa Nîpahê li başûrê Hîndîstanê der bû. Berdevkê çavdêriya tenduristiyê yê herêma Keralayê K.J. Reena got, "Em dikarin bêjin ku pênc kes ji ber vîrûsa Nîpahê mirine."

Hate ragihandin ku 94 kesên têkiliya xwe bi kesên mirine hebû, ji bo tedbîrê li nava karantînayê hatin bicihkirin.

Vîrûsa Nîpahê ku li başûr û başûrê rojhilatê Asyayê rû daye, bi şevşevokên xwe bi fêkiyan xwedî dikin, belav dibe. 70 ji sedî yê mirovên bi vîrûsa Nîpahê dikevin dimirin. Vîrûsa Nîpahê cara yekê li Malezyayê sala 1998'an hate tespîtkirin. Navê wê jî ji herêma ku lê hate dîtin, tê.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, vîrûsa ku li nava mirovan jî belav dibe, dibe sedema îltihabeke kujer a mejî û rê li ber komayê vedike. Dermanekî ku vê nexweşiyê ji holê rake niha nîne.

Vîrûsa ku heta niha sê caran li Hîndîstanê rû da, cara yekê ye ku li Keralayê tê dîtin. Vîrûs bi giranî li herêmên bejahî yên Bangladeşê belav dibe. Ji sala 2001'ê û vir ve zêdeyî 100 kes ji ber vîrûsa Nîpahê li Bangladeşê mirine.