BI DÎMEN

Li herêmên Xweser ên Spanyayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd

Li herêmên Murcia, Aragon û Katalonya yên Spanyayê rêxistinên sendîkayî, ciwan û jin bi çalakiyên cuda tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bûn.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de tê lidarxistin, li welatê Katalonyayê rêxistinên civakî yên sivîl hin çalakî lidar xistin.

Li herêma xweser a Murcia ya Spanyayê 'Komîteya Jin Rojava Diparêzin' di çarçoveya pêngavê de çalakiyeke balkêş hate lidarxistin. Li bajarê Murciayê şêniyên bajêr li her qada jiyanê afîşên bi wêneyê 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' hildan û wêne kişandin. Ji ciwanan heta bi extiyar, karker û dikandaran gelek kesan wêne kişandin û albûmeke ji wêneyan amade kirin. Jinan piştre ev albûma wêneyan a ji dehan kesan li medya dîjîtal bi îmzeya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' parve kirin.

Şaxê La Rioja ya Konfederasyona Karkerên Giştî (CGT) jî têkildarî pêngava navneteweyî daxuyaniyek da. Sekretera Giştî ya CGT La Rioja Olga Belenguer de Echave anî ziman ku ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan.

Olga Echave qala tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane divê tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe. Olga Echave got, "Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareseriyeke aştiyane û wekhev a polîtîk."

JI KATALONYAYÊ PIŞTGIRIYA JI BO PÊNGAVÊ

Rêxistina Ciwanan a Katalonyayê ARRAN jî piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê eşkere kir û helweta saziyên navneteweyî şermezar kir ku li hemberî tecrîdê bêdeng in. Rêxistina Ciwanan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan beriya 25 salan bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin û diyar kir ku di nava vê demê de tecrîd li Ocalan hate ferzkirin û nêzî 5 sal in di nava 'tecrîda mutleq' de tê hiştin.

Rêxistina Ciwanan ARRAN di serî de NATO, Spanya û Fransa hemû hêz û dewletên ku li hemberî tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng in, şermezar kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.