Li herêma Tîgreyê 2,2 milyon kes koçber bûn

Tê gotin, li herêma xweser a Etiyopyayê Tîgreyê, ji ber şer 2.2 milyon mirov koçber bûne.

Tê gotin, ji destpêka Mijdara 2020'î û vir ve li herêma Tîgre ya Etiyopyayê, nêzî 2,2 milyon kes ji ber şer û aloziyê koçber bûne. Beşeke mezin a van mirovan, ji ber şewitandina malên xwe neçar mane herêmê biterikînin.

Gebremeskel Kassa ku ji aliyê hikumeta federal ve ji bo Herêma Xweser a Tîgreyê weke rêveberekî demkî hate wezîfedarkirin, ji qenaleke televîzyonê re axivî û diyar kir ku 2,2 milyon kesî ji ber şer malên xwe terikandine û neçar mane koçî Etiyopya û welatên cîran bikin.

Tê texmînkirin ku heta niha 900 hezar kes li herêma Tîgreyê û 50 hear kes jî ji ber şer koçî welatên cîran kirine. Lê belê hejmara rastî ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e.

Hikumeta Federal a Etiyopyayê, piştî ku di navbera artêşê û hêzên leşkerî yên Eniya Azadiyê ya Gelê Tîgreyê şer dest pê kir, di 4'ê Mijdarê de ketin û derketina herêmê asê kiribû.

Piştî vî şerî, hikumeta federal serketina xwe ragihandibe jî Eniya Azadiyê ya Gelê Tîgreyê diyar kiribû ku wê şer dewam bike.

Rayedarên Etiyopyayê diyar kirin ku hejmara ji aliyê Gebremeskel Kassa ve hate eşkerekirin hejmara fermî nîne.

Li gorî hejmara fermî derdora 110 hezar kesî ji ber şer koç kirine. Tê texmînkirin ku hejmara mirovên koç kirine ji hejmara fermî gelekî zêdetir e.