Li herêma Sîncanê ya Çînê ji ber erdhejê gelek mal hilweşiyan

Li Herêma Xweser a Sîncanê ya Çînê bi pileya 7.0 erd hejiya û di encamê de zêdeyî 120 mal hilweşiyan yan jî zirar dîtin.

Li Herêma Xweser a Sîncanê ya Çînê erd hejiya. Ji ber erdhejê gelek mal hilweşiyan.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) ragihand ku erdheja li nêzî sînorê Kirgizistanê, bi pileya 7.0 çêbûye û kûrahiya wê jî 13 kîlometre ye.

Li gorî Navenda Torên Erdhejê ya Çînê (CENC) jî, erdhej bi pileya 7.1 çêbûye û kûrahiya wê ya di binê erdê de jî 22 kîlometre ye. CENC’ê diyar kir ku erdhej li gorî dema herêmî di derdora saet 02.00’an de çêbûye û navenda erdhejê jî bajarokê Vûşî ya navçeya Uçtûrfan a bajarê Aksûyê ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Asscocîated Press (AP) ji ber erdhejê 47 mal hilweşiyane û 78 mal jî zirar dîtine.

Rayedaran ragihand ku herî kêm 6 kes jî ji ber erdhejê birîndar bûne. AP’ê diyar kir ku komeke rizgarkirinê ya nêzî 200 kesî, ji herêmê re hatiye şandin û ji birîndaran rewşa du kesan cidî ye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê da zanîn ku erdheja herî mezin a ku heta niha li herêmê rû da, sala 1978’an bi pileya 7.1 çêbûbû.