Li herêma Kursk a Rûsyayê şer dewam dike: 76 hezar kes hatin veguhestin

Li herêma Kursk a Rûsyayê şerê navbera artêşên Moskow û Kievê dewam dike. Ji herêmê zêdeyî 76 hezar kes hatin veguhestin. Her wiha metirsî li ser santraleke nukleerî ya li herêmê heye.

Şerê li Kurskê di roja şeşemîn de ye. Ji herêmê zêdeyî 76 hezar kes hatin veguhestin.

Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy yekemcar li ser ketina yekîneyên Ukraynayê li herêma Kursk a Rûsyayê şîrove kir.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya rojane de operasyonên 'veguhestina şer ji bo Rûsyayê' qebûl kir û got, "Ûkrayna ispat dike ku edaletê dikare pêk bîne û zexta pêwîst bike: zexta li ser êrişkar."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku artêşa Rûs hewldana hêzên çekdar ên Ûkraynayê yên binpêkirina sînor dewam dikin. Wezaretê ragihand ku ji bo lêxistina li yekîne û amûrên leşkerî yên Ûkraynayê yên li nava Rûsyayê, balafir û top têne bikaranîn.

Hate ragihandin ku şer li derdora bajarokên Malaya Loknia, Olgovka û Ivachkovski dewam dike.

Her wiha têkildarî santraleke nukleerî ya herêmî jî fikar hene. Li gorî daxuyaniya li ajansên nûçeyan ên Rûsyayê hate weşandin, çalakiyên artêşa Ûkraynayê li ser santrala nukleerî ya Kurskê yekser gefeke.

Serokê Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Grossi jî bi daxuyaniyekê bang kir ku ji bo "qezayeke nukleerî rû nede, bi berpirsyarî tevbigerin' kir. Mîsyona Rûs roja Pêncşemê ragihand ku li qada santralê "bermahî û parçeyên roketan hatin dîtin."