Li hemberî Venezûelayê peymana hevkarîya leşkerî

Rêveberiya DYE’yê li hemberî Venezûelayê li parzemîna Emerîkayê peymaneke leşkerî ya herêmî çalak kir a ku 10 welat tê de ne.

Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo tevgera artêşa Venezûelayê ya li se sînorê Kolombiyayê û ‘komên çekdar ên îlegal’ û ‘komên terorîst’ kir hincet.

Pompeo diyar kir ku ev rewş ji xeynî gelê Venezûelayê aştî û ewlehiya cîranên Venezûelayê jî tehdît dike.

Washîngton hevkariya leşkerî ya herêmî çalak kir a ku 10 welat tê de cih digirin. Washîngton piştgiriyê dide Jûaîn Gûadîo yê ku tê sûcdarkirin ew li Venezûelayê darbeyên leşkerî li dar dixe.

Peymana Rîoyê jî ji xeynî Kanadayê di navbera dewletên Emerîkayê de di sala 1947’an de li dijî bloka Sovyetê hatibû avakirin.

DYE bi vê peymanê re di salên 1980’î de bandora xwe ya li ser Emerîkayê zêdetir kiribû. Di serê salên 2000’î de gelek welatên Emerîkayê nerazîbûn nîşanî vê peymanê dabûn. Di navbera salên 2004 û 2014’an de Meksîka, Kuba, Bolîvya, Ekvator, Nîkaragûa û Venezûela ji vê peymanê xwe vekişandibûn.