Li Haîtiyê erdhej: Herî kêm 11 kes mirin

Li welatê girava Karayîplerê li pervanê bakurê Haîtiyê bi pileya 5.9 erd hejiya. Herî kêm 11 kes di erdhejê de mirin.

Saziya Jeolojî ya DYA’yê (USGS) diyar kir ku erdhej li bajarê Port de Paîx yê dikeve peravê bakurê rojavayê welat û 11.7 kîlometre di bin kûrahiya erdê de çêbûye.

Hate ragihandin şevê din erdhej çêbûye û di erdhejê de bi sedan avahî zirar dîtine, nêzî 100 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku erdhej piştî erdheja sala 2010’an a bi pileya 7 ya li nêzî paytext Port au Prînce erdheja herî mezin e. Di erdheja sala 2010’an de nêzî 300 hezar kes miribûn.

Serokê Dewleta Haîtî Jovenel Moîse li ser hesabê xwe yê Twîtterê hişyariya sakînbûnê li gel kir.