Li gorî WHO'yê par 140 hezar ji ber sorikê mirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di sala 2018'an de li tevahiya dinyayê 140 hezar kes ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok bûn.

WHO'yê diyar kir ku di sala 2018'an de nêzî 10 milyon mirov bi sorikê ketin. Li tevahiya dinyayê 140 hezar mirov ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok in.

WHO'yê ragihand ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan zarokên kêmî 5 salî bûn ku derziya sorikê li wan nehatibû xistin. WHO'yê ev rewş weke 'neserketiya kolektîf' pênase kir.

Midûrê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreysûs got, "Mirina zarokan ji ber nexweşiyeke ku bi derzîkirinê dikarîbû bihata astengkirin rewşeke skandale û ev yek neserketiyeke kolektîfe li tevahiya dinyayê ji bo parastina zarokan."

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa sala 2019'an hîn girantire. Li gorî daneyên meha Mijdarê nexweşiyên sorikê li gorî heman dema par bi sê qatî zêde bûye.

Nexweşiya sorikê ku di asta bilind de li nava mirovan belav dibe, dikare bibe sedema komplikasyonên kujer. Ji bo zarok ji wê vîrûsê bê parastin pêwîstî bi du caran derzîkirinê heye.

Li gorî hin malbatan derzîkirina li dijî sorikê dibe sedema nexweşiyên otîzm an jî nexweşiyên cuda. Lê belê zanyar dibêjin ku îdîayên bi vî rengî nerast in.