Li gorî Washîngtonê li Îranê zêdeyî hezar çalakger hatin kuştin

Rayedarekî payebilind ê DYE'yê ragihand ku dema xwepêşandanên Mijdarê yên dijî zêdekirina buhayê benzînê li Îranê dibe ku zêdeyî hezar xwepêşandêr ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatibin kuştin.

Sefîrê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Îranê Brîan Hook li avahiya Wezareta Karên Derve civîneke çapemeniyê pêk anî û got, "Piştî ku rastî gihîşte derveyî sînorê Îranê xuya ye ku ji destpêka çalakiyan ve rejîmê zêdeyî hezar Îranî kuştiye."

Sefîrê DYE'yî ragihand ku di nava kesên hatin kuştin de herî kêm 10 zarok hene û got, "Bi hezaran Îranî jî birîndar bûn."

Tevgera Şermezarkirinê ya li Îranê di 15'ê Mijdarê de ji ber zêdebûna 300 ji sedî ya buhayê benzînê dest bi çalakiyan kir û çalakî li nêzî 200 bajarî belav bûn.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî herî kêm 208 kesan jiyana xwe ji dest dan.