Li gorî Trump rexneya Macron a li NATO'yê 'pir nebaşe'

Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ku ji bo NATO'yê gotibû 'NATO ji aliyê mejî ve mirî ye' îdîa kir, ku Macron rexneyên 'pir pir nebaş' dike.

Serokê DYE'yê Donald Trump ku ji bo civîna bilind a NATO'yê li Londonê ye, ji bo gotina 'NATO ji aliyê mejî ve miriye' ya Macron got, 'heqareteke mezine'.

Trump tevî Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg civîna çapemeniyê pêk anî û got, "Bi dîtina min gotineke heqaretê ye." Li gorî Trump gotinên Macron "Ji bo 28 welatan pir pir nebaşe".

Trump anî ziman ku ew li pêşberî daxuyaniya Macron matmayî bûye û îdîa kir ku ji bo Fransayê 'pir metirsîdare'. Trump got, "Bi qasî Fransayê pêwîstiya kesî bi NATO'yê nîne."

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşan dabû û ji bo NATO'yê gotibû "Ji aliyê mejî ve NATO miriye."

Serokkomarê Fransayê Macron heman rexneya xwe Pêncşemê li Parîsê ji Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re jî got. Macron her wiha rexne kir ku civîna bilind a dawî tenê ji bo sivikkirina barê malî yê Emerîkayê pêk tê.