Li gorî Trûmp lihevkirina bi Talîbanê re 'nêz e'

Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku lihevkirina tevgera Talîbanê û Washîngtonê 'gelekî nêz e'.

Trûmp di bernameyeke televîzyonê de axivî û got, "Bi dîtina min em gelekî nêz in. Li gorî min, ji bo em li hev bikin şenseke me ya baş heye, em ê bibînin."

Trûmp got, "Ev yek nayê wê wateyê ku wê peymanek pêk were, lê belê di nava du hefteyê bê de em ê hîn bibin."

Beriya van gotinên Trûmp, şefê Pentagonê dabû xuyakirin ku di encama danûstandinên bi Talîbanê re agirbesteke ji hin aliyan ve ji bo hefteyekê hatiye ragihandin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku di meha Îlonê de bi Talîbanê re li benda lihevkirinekê bû, ji nişka ve danûstandin rawestandibû.