Li gorî Trump di mijara Ukraynayê de qert di destê Moskowê de ye
Serokê DYE'yê Donald Trump anî ziman ku di mijara bidawîkirina şerê li Ûkraynayê de 'qert' di destê Moskowê de ye û bi vî rengî fikarên Kîevê hîn zêde kir.
Serokê DYE'yê Donald Trump anî ziman ku di mijara bidawîkirina şerê li Ûkraynayê de 'qert' di destê Moskowê de ye û bi vî rengî fikarên Kîevê hîn zêde kir.
Serokê DYE'yê Donald Trump ku di demeke nêz de plan dike bi hempîşeyê xwe yê Rûs Vladimir Putin re hevdîtinê bike, êvara Çarşemê daxuyanî da rojnamevanan û got, "Rûsan gelek herêm bi dest xistin, lewma qert hemû di destê wan de ye."
JI ZELENSKIY RE GOT 'DÎKTATOR'
Trump roja Çarşemê di daxuyaniyeke din de ji bo Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy re got, 'Dîktator'.
Piştî vê daxuyaniyê, tê payin ku Zelenskiy roja Pêncşemê li Kîevê nûnerê taybet ê DYE'yê Keith Kellogg qebûl bike.
Zelenkiy Trump sûcdar dike ku alîkariyê dide Putin ji bo ji îzolasyona bi salan rizgar bibe.