Li gorî Merkel DAÎŞ bi dawî nebûye, şerekî asîmetrîk birêve dibe

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel berovajî Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê hê bi dawî nebûye.

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê hê neqediyan e û şerekî asîmetrîk ketiye dewreyê.

Merlel di vekirina boroyeke nû ya li Berlîn a servîsa îstixbarata navxweyî BND’ê de, li dijî îfadeyên Trûmp derket.

Trûmp roja Çarşemê diyar kiribû ku wê hefteya bê bi awayekî fermî dawîbûna çeteyên DAÎŞ’ê ragihîne. Trûmp di meha Kanûnê de li ser Twîtterê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çûne.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp dixwaze heta dawiya meha Nîsanê ji Sûriyeyê derdorî 2 hezar leşkerên xwe yên Emerîkî vekişîne. Ev proje Washîngton û hevkarên wê yên Ewropî dixe nava fikaran. Ewropî bê ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi dawî bibe, vekişîn wan dixe fikarên ku wê ji nû ve DAÎŞ xwe li Sûriyeyê zindî bike.

Merkel got: “Dewleta Îslamî, kêfxweşiye li ser axa xwe hate derxistin, lê ev nayê wê wateytê ku bi temamî bi dawî bûye.”

Serokwezîra Elmanya diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê “Vegeriyaye hêzekî ku şerê asîmetrîk bi rê ve bibe.” û domdarî got: “Ev jî xeteriyê dide avakirin. Li Sûriyeyê hê em ji aştiyê dûr in.”