Li gorî Lavrov, bivê nevê wê Esad li Idlibê bi ser bikeve!

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad bivê nevê wê li Idlibê bi ser bikeve.

Lavrov li Munchenê di 'Konferansa Ewlekariyê' de axivî û got, "Serketina li dijî terorîzmê teqez e."

Rejîma Sûriyeyê bi mehan e bi piştgiriya Rûsyayê li herêma Idlibê operasyonê dike. Li vê herêmê çeteyên El Nûsra hene ku yekser piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin.

Di çarçoveya peymana herêmên bêşer û agirbestê de, ku sala 2018'an di navbera Enqere û Moskowayê de hate îmzekirin, li herêmê 12 nuqteyên çavdêriyê yên Tirk hene.

Dewleta Tirk rageşiya dagirkeriya xwe ya li herêmê mezin dike. Rojên dawî bi rejîma Sûriyeyê re yekser şer kir. Li gorî çavkaniyên Tirk herî kêm 14 leşkerên Tirk mirin.

Lavrov li Munchenê dema ku bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtin kir got, "Têkiliyên me yên baş hene, lê belê ev nayê wê wateyê ku di her mijarê de em mîna hev difikirin."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî krîza nû ya li Idlibê roja Şemiyê bi Serokê DYE'yê Donald Trûmp re bi telefonê axivî.

Erdogan her wiha di daxuyaniya xwe ya Şemiyê de israra xwe ya di dagirkeriyê de dewam kir û ev gef xwar: "Piştî demekê înşamelh ê rejîm bi temamî bibe cesedek. Me mirin dane pêş çavên xwe. Eger yên heman fedakarî dane pêş çavên xwe hebe bila dakevin meydanê."