Li gorî DYE îlhaka Şerîa Rojava wê zêde bidome

Rayedarên Wezareta Karê Derve ya DYE diyarkirin ku îlhaka herêmên li Şerîa Rojava wê bidome.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ji bo nirxandinan li ser Filîstîn û Îranê bike, çû Îsraîlê.

Rayedarekî wezaretê yê ku nexwest navê xwe bide ji rojnameya Jerûsalem Postê re axivî û got ku “Îsraîl li ser îlhakê dixebite.”

Heman rayedarî got ku “Em piştgiriya hewldanên wan dikin. Hikumeteke nû ya koalîsyonê ava kirin lê li gorî min wê peymana wan wê dirêj biajo.”

Rayedar diyar kir ku Filîstînî naxwazin werin ser maseya muzakereyê û got ku “Heke tiştek nakeve serê we, werin em bi hev re biaxivin.”

Plan di 28’ê Çileyê de ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trûmp hatibû diyarkirin û li gorî planê wê koloniyên Cihûyan û Geliyê Urdunê were îlhakkirin. Sînorê rojhilat ê Îsraîlê wisa tê diyarkirin.