Li gorî artêşa Misirê li Sînayê 19 terorîst hatine kuştin

Artêşa Misirê da zanîn ku wan di êrîşekî plankirî ya li Bakurê nîvgirava Sînayê de 19 terorîst kuştine.

Di daxuyaniya dîtbarî de ya ku li ser medyayên civakî hatî parvekirin, tê diyarkirin ku leşkerên Misirê sê kesên ‘heya dawî xeternak’ kuştine û 16 kesên din jî li cihê ku xwe veşartibûn bi rêya balafirên şer hatine kuştin.

Li gorî artêşa Misirê li ser kesên ku hatine kuştin çekên otomatîk, bombeyên destan û roketavêj hebûye.

Hêzên ewlekariyê ya Misirê bi salan e ku li nîvgİrava Sînayê bi komên olperest re di nava pevçûnê de ye. Li wê herêmê komên girêdayî DAÎŞ’ê çalak in.

Êrîş piştî sala 2013’an ku Muhemed Mûrsî yê Birayên Misilman ji desthilatê ket, zêde bûne.

Artêşa Misirê di meha Sibatê ya 2018’an de li herêmê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Li gorî daxuyaniyên fermî ji destpêka operasyonê heta niha nêzî 950 “cîhadî” û bi dehan leşker mirine. Herêm bi awayekî berfireh ji rojnamevanan re girtiyê û zêde pêkan nîne ku wan bîlançoyan ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve bêne piştrastkirin.