Li gorî anketan pêşbirk di navbera Le Pen û Macron de ye

Anketên hilbijartinê yên li Fransayê hatin kirin nîşan didin, ku pêşbirka Serokkomariyê wê di navbera Emmanûel Macron ê lîberal û Marîne Le Pen a rastgira tund de pêk were.

Hilbijartinên Serokkomariya Fransayê wê piştî 5 hefteyan bên lidarxistin. Li gorî anketên dawî, şensê namzetê lîberal Emmanûel Macron zêdetir e.

Yek ji van anketan li aliyê Îfop-Fîdûcîal ve ji bo Parîs Match, CNews û Sud Radio hat çêkirin. Anket eşkere dike, di tûra destpêkê de ku wê roja 23'ê Nîsanê pêk were, namzeta rastgir a tund Marîne Le Pen bi rêjeya ji sedî 26,5 a dengan dibe yekemîn. Rêjeya dengê Emmanûel Macron jî ji sedî 25,5 e.

Li gorî heman anketê, namzetê rastgir Françoîs Fîllon, ku ji ber hevser û zarokên xwe b mûçeyekî zêde weke şêwirmend li parlamentê nîşan da ket ber lêpirsîna edlî, pûanek kêm kir û daket ji sedî 18'an.

DENGÊN ÇEPGIRAN DI NAVBERA HAMON Û MELENCHON DE PARÇE DIBIN

Benoît Hamon, ku li ber polîtîkayên Serokkomar Françoîs Hollande radibe û di pêşhilbijartina Partiya Sosyalîst de bû namzet, dengê wî ji edî 13,5 e. Rêjeya dengê namzetê çep a radîkal Jean-Lûc Mêlenchon, ji sedî 11 ye.

Ji ber ku her du namzet bernameyek hevpar destnîşan nake, şensê mayîna namzetekî çepgir ji tûra duyemîn re, kêm dibe.

Li gorî anketa Îfop-Fîdûcîal, di tûra duyemîn a hilbijartinê de Macron wê bi rêjeya ji sedî 61'ê li dijî Marîne Le Pen bi ser bikeve û bibe Serokkomar.

Di vê navberê de, malpera înternetê ya bi navê linternaute.com, nûçeyek li ser nîveka encamên anketên heta roja îro hatine kirin, weşand. Di vê nûçeyê de rêjeya dengê Marîne Le Pen ji sedî 27, ya Emmanûel Macron jî ji sedî 25 e.

Rêjeya dengê Françoîs Fîllon ji sedî 1, Benoît Hamon ji sedî 13 û Jean-Lûc Mêlenchon ji sedî 12 ye.