Li gorî Wezîrê Îstîxbaratê yê Îsraîlê Îsrael Katz, bi saya Misrê çalakiyên li Xezzayê kêm bûne. Li gorî wezîr, endamekî servîsa îstîxbaratê ya Misrê anî ziman ku li ber destê wan delîl hene û ev delîl nîşan didin ku Hamasê çalakî fînanse kiriye û jin û zarok weke 'cebilxaneya zindî' hatine bikaranîn.
Hamasê îdîayên li ser zexta Qahîreyê red kir. Lê belê hate ragihandin ku şefê Hamasê Îsmaîl Haniye roja Yekşemê serdana Misrê kiriye.
Li gorî Îsrael Katz, endamê îstîxbarata Misrî ev peyam daye mûxatabê xwe yê ji Hamasê: "Eger ev rewş dewam bike, Îsraîl wê tedbîrên hê giran bigire. Misr wê nerazîbûnê nîşan nede û alîkariyê nede."
Wezîrê Îsraîlê got, "Haniye vegeriya Xezzayê. Hamasê ferman da û çalakiyên protestoyî ji nişka ve qediyan." Rayedarên Misrî hê li ber vê daxuyaniyê ranebûye, lê belê Hamasê diyar kir ku derew e.