Li girava Cava hezaz: Herî kêm 16 kes mirin

Li girava Cava ya Endonezyayê ji ber barana bi hêz, hezaz çêbû. Hat ragihandin, ku di encama hezazê de herî kêm 16 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Şefê polîsan Doni Prakoso yê li bajarokê Pekalongan a li girava Cava ya Endonezyayê, daxuyanî da qenala televîzyonê ya herêmî Metro TV û got, “Hate piştrastkirin ku hejmara miriyan 16 e. 10 birîndar sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. 5 kes hîna winda ne.”

Prakoso diyar kir ku hezaz ji ber barana bi hêz roja Duşemê li herêmê çêbû û destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê hewl didin mirovên winda bibînin.

Şefê polîsan got, “Barîna li Pekalonganê têra xwe tund bû û herêma herî zêde lê bandor bûye, qadeke çiyayî yan jî gir e.”

Li giravên Endonezyayê hezaz bi rengekî sîstematîk di dema barîna di navbera mehên mijdar û nîsanê de çêdibe, lê belê ji dervey dema barînê jî demekê dewam dike. Ev rewş li hin herêman ji ber bêdaristaniyê, hîn xirabtir bû.

Di meha Mijdarê ya borî de, ji ber lehiyên ku di encama barana bi hêz de çêbûne, li rojavayê giravan 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.