Li Georgîayê hilbijartina girîng a ji bo Senatoyê

Joe Bîden û rêveberiya wî ku di hilbijartinên serokatiyê de yên Emerîkayê bi ser ket, ji bo karibe li Senatoyê piraniya endaman bi dest bixe, encamên du hilbijartinên eyaleta Georgîayê ji bo wî girîng in.

Di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de, Partiya Demokrat a ku Joe Bîden namzetê wê bû, li Meclîsa Nûneran a ji 435 endamî, li gel ku kêm kir bi 222 kursiyan bi ser ket. Ji bo Senatoyê jî ku kamera din a Konrgeya DYE'yê ye, beşek ji hilbijartinê hatibû kirin û di encamê de Demokratan 48 kursî, Komargeran jî 50 kursî wergirtibûn.

Lê belê di hilbijartinên Senatoyê de ji bo du kursiyên li eyaleta Georgîayê, hilbijartin ji tûra duyemîn re mabû. Li vê eyaleta ku bi kevneşopî li aliyê Komargeran e, eger namzetên Demokrat di hilbijartina doh de 'surprîz' kiribin, hingî li Senatoyê wê her du partî xwedî heman hejmara kursiyan bin. Di rewşeke wiha de jî wê dengê Alîkara Serok Kamala Harrîs jî bê hesibandin û bi vî rengî wê Serok Joe Bîden karibe biryarên xwe hîn bi hêsanî bi cih bîne.

Di hilbijartinên Georgîayê de ku ji bo rêveberiya nû ya DYE'yê gelekî girîng e heta niha ji 7 milyon hilbijêrî nêzî 3 milyonî bi rêya postayê dengê xwe dane. Tê zanîn ku dengên bi rêya postayê tên bikaranîn bi giranî ji namzetên Demokratan re diçin.

Hilbijartina ku li gorî dema herêmê saet di 19:00 (Li gorî dema Londonê saet di 00:00) de qediya, tê payin ku jimartina dengên wê çend rojand ewam bike.