Li gelek welatan peykerên bazirganên koleyan bûne hedef

Ji DYE'yê heta bi Brîtanyayê li gelek welatan helwesta li dijî sembolên polîtîkayên mêtingerî û koledariyê yên sedsala 19 û 20'an bûne hedef.

Piştî kuştina George Floyd a li Mînneapolîsê ya bi destê polîsên nîjatperest li hemû cîhanê çalakiyên şermezarkirinê didomin, li gelek welatan hê jî hebûna sembola mêtingeriyê dibe sedema nerazîbûnan. Piştî Belçîka û Ingilistanê li DYE'yê jî peyker û bîrdariyên ku rasterast alîgirê domdariya pergala koledariyê ne bûne hedef.

Piştî ku li Belçîkayê peykerê kralê berê Lepolod II bû hedef, ku ev kral mîmarê polîtîkayên mêtingeriyê ya li Kongo a Belçîkayê bû, li Ingilistanê jî tê xwestin ku peykerê yek ji têcirê koleyan ê sedsala 19'ê Cecîl Rhodes were rakirin. Li Oxfordê bi hezaran kesên ku ji bo merasîma cenazeyê ya Floyd komî ser hev bûn ji bo ku peykerê Rhodes were rakirin dirûşm gotin.