Li Fransayê operasyonên dijî Îslamiyên radîkal didome

Li Fransayê Kolektîfa Şêx Yasîn jî di nav de wê gelek saziyên têkilî Îslamiya radîkal werin girtin.

16'ê Cotmehê li Conflans-Saînte-Honorîneyê penaberekî Çeçen ku êrîş bire ser Samuel Patye mamosteyek kuşt û serê wî gurandibû. Piştî bûyerê derheqê têkiliyên Çeçen ê ku ji hêla polîsan ve hatî kuştin didome, hate gotin li tevahiya welêt li dijî îslamiyên radîkal û dijî laîkiyê wê operasyon bidomin.

Serokkomar Emmanuel Macron duh derheqê têkoşîna dijî Îslamîyên radîkal axivî û derheqê saziyên ku wê werin girtin hin nîşane dan. Macron got kolektîfa ku navê lîderê berê yê Hamasê Şêx Yasîn li xwe kiriye jî wê were girtin.

Macron got, ''Operasyonên piştî Conflans-Sainte-Honorine em ê zêde bikin'', bal kişande ser ku wê li dijî gelek operasyon û kesan operasyon wê bidomin. Macron diyar kir saziya bi navê Kolektîva Şêx Yasîn îro li Lijneya Wezîran wê were girtin.