Li Fransayê ji ber koronavîrusê kes neçû ser sindoqan

Li Fransayê li hemberî koronavîrusê tevdîr hatin wergirtin û li aliyê din jî hilbijartin nehate betalkirin. Ji ber vê jî 56 ji sedî hilbijêran neçûn ser sindoqan.

Li Fransayê ji bo tûra pêşîn a hilbijartinên herêmî îro hilbijêr çûn ser sindoqan. Hikumetê diyar kiribû ku ji ber korona vîrusê restoran û dibistan hatine girtin lê hikumetê taloqkirina hilbijartinê red kiribû.

Saet di 20.00’an de buroyên dengdanê hatin girtin û li gorî texmîna pêşîn 56 ji sedî hilbijêran neçûne ser sindoqan. Wezareta Karê Navxweyî jî saet di 17.00’an de diyar kiribû ku rêjeya tevlêbûnê 38,77 e.

Ji ber fikara wê vîrusa koronayê belav bibe, beşeke zêde ya hilbijêran neçûn ser sindoqan.

Heke tûra duyemîn a hilbijartinê were taloqkirin wê tûra yekemîn jî betal bibe. Ji bo betalbûna tûra duyemîn divê parlemento biryarê bide. Tê diyarkirin ku Serokkomar dikare biryarnameya rewşa lezgîn eşkere bike û tûra duyemîn jî pê re dikare betal bibe.